Tirkiye bi rêkeftina Hewlêr û Enqere a di warê enerjî de pabend e
Duhî roj îniyê (14.02.2014) serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li bajarê Stenbulê digel serokwezîrê Tikriyeyê Receb teyb Erdogan civiya.
Pirsa enejiyê, rêkeftina navbera Hewlêr û Enqereyê a diwarê hinartina nefta herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên cîhanê û hind mijarên din yên girêdayî her du aliyan di civînê de hatin minaqeşe kirin û di vê çarçoveyê de serokwezîrê Tirkiyeyê got ku, hikûmeta Tirkiyeyê bi wê rêkeftina digel herêma Kurdistanê di warê enerjî û hinartina nefta Kurdistanê de îmaza kirî pabend e.
Serokwezîrê Tirkiyeyê, herwesa, piştevaniya welatê xwe ji bo berdewamiya danûstandinên navbera hikûmeta Hewlêr û hikûmeta Bexdayê diyar kir û hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda bigihin çareseriyeke minasib ku, di berjewendiya hemû aliyan de be.
Têkeliyên navbera Hewlêr û Enqere, pirsa pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, rewşa emnî li Îraq û bitaybetî reşa wîlayeta Enbarê û pêşhatên hermî hindek mijarên din yên civînê bûn
Şandeya bi serokwezîrê Kurdistanê re çibû Tirkiyeyê ji Îmad Ehmed cîgirê serokweîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê pêkhatibû û di civînê de amade bûn. Ji aliyê Tikiyê ve jî Taner Yeldiz wezîrê enerjiyê yê Tikriyeyê û hijmareke şîretmendan amade bûn.
