• Friday, 13 February 2026
logo

Şerê Artêşa Îraq û DÎŞÎ dubare destpê kir

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Şerê Artêşa Îraq û DÎŞÎ dubare destpê kir
Duh li devera Silimanbeg şerê navbera artêşa Îraqê û çekdarên DIŞI dubare destpê kir.

Li gor çavkaniyên ewlekarî yên li devera Silimanbeg ya ser bi Xormatûyê îro careke din artêşa Îraqê bi awayekî berfire dest bi operasiyonek li dijî çekdarên DIŞIê kiriye.

Artêşa Îraqê bi çekên giran dest bi operasiyonê kiriye û çekdarên DIŞIê jî bersifa êrîşa artêşa Îraqê didin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku hîn jî şer di navbera her du aliyan de didome.

Top