• Friday, 13 February 2026
logo

Li Silêman Begê şerê artêş û DAÎŞê giran dibe

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Li Silêman Begê şerê artêş û DAÎŞê giran dibe
Rêveberê nahiyeya Silêman Beg a ser bi bajarokê Duzurmatû yê parêzgeha Selahedînê ragihand ku niha şerekî giran di navbera Artêşa Iraq û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî rêxistina Qaîde diqewime û artêş neçar maye ber bi dervey nahiyeyê vekişe.

Rêveberê nahiyeya Silêman Beg Talib Beyatî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand “Şerekî giran niha di navbera artêşê û DAÎŞê de li nav kuçe û kolanên Silêman Beg berdewam e û artêş neçar maye zirpoşên xwe ber bi dervey nahiyeyê vekişîne, çekdarên DAÎŞê jî hîn li nava nahiyeyê ne”.

Beyatî got “Bi tenê hêzên polîs piştgiriya artêşê dikin li Silêman Beg û hêzên asayiş û pêşmerge bi ti awayekî tevlî şer nebûne”.

Beyatî diyar kir ku artêşê niha derdoa nahiyeyê dorpêç kiriye û piraniya nişteciyên Silêman Beg ku hejmara wan nêzîkî 14 hezar kes e ber bi bajarên din ve reviyane.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, rêveberê nahiyeya Silêman Beg bal kişand ku çend kuştî û birîndar di nav polîs û xelkê sivîl û çekdarên DAÎŞê de jî hene, lê ti hejmarek li cem wî nebû.

Roja pêncşemê ya borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser nahiyeya Silêman Beg û ev 3 rojin şer li wir didome.

Silêman Beg yek ji wan navçeyane ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin û nêzîk rêya serekî ya navbera Kerkûkê û Bexdayê dikeve.

Rûdaw
Top