Pereyên petrolê wê di Halkbank de bêne komkirin
Li gor medya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî got ku helwestên hikûmeta navendî li Baxdayê li dijî hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re ye û wek “helwesteke siyasî û ne destûrî” da zanîn.
Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Dolmabahçê li Stenbolê de destnîşan kir ku ewê pereyên petrola Herêma Kurdistanê di banka Halkbank a Tirkiyê de kom bikin.
Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê û pirsgirêka hinartina petrolê bi hikûmeta navnedî li Baxdayê re gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ewê roja duşemê biçe Baxdayê û li ser pirsgirêka petrolê dîsa bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinan pêk bîne.
Nêçîrvan Barzanî duh bi serokatiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê.
Herêma Kurdistan û Tirkiyê di meha mijdarê ya borî de rêkeftinek îmze kirin ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyê ku navbera her du aliyan hatiye danîn, bigihe Tirkiyê û ji wir li bazarên cîhanê bê firotin.
Piştî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê her roj 15 hezar bermîl petrol bo Tirkiyê dişîne û biryar e li gor pilana ku hatiye danîn, heta dawiya 2014an her roj 400 hezar bermîl petrol bê şandin.
Rêveberê Halkbankê di operasyonên 17ê kanûna 2013an ên “li dijî gendelî û rişwetê” de, ji ser kar hat dûrxistin û rêveberek nû jê re hat destnîşankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin de got ku ew rêveberî bi tenê ji yek alî de hatiye ragihandin.
Rûdaw
