• Friday, 13 February 2026
logo

Li Tirbespiyê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Li Tirbespiyê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Hate ragihandin ku li nav bazara bajarê Tirbespiyê saet di 19.00’an de êrîşek bi tirimbêleke bombebarkirî pêk hat. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku saet di 19.00’an de li nav bazara bajarê Tirbespiyê li nêzîkî Dêra Suryanan a bajêr êrîşeke bi tirimbêleke spî ya ji curê ‘Hyundai’ ku beriya demeke kurt li vir hatibû rawestandin ji dûr ve hate teqandin.

Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî dijwar e û rakirine nexweşxaneya bajarê Qamişlo.

Navên birîndaran jî wiha ne: Şiyar Ebdilrehman, Mesûd Yeiqûb û Mufîd ku paşnavê wî nehate zanîn.

Hêzên Asayîşa PYDê tavilê berê xwe dane cihê buyerê û li vir lêkolîn dane destpêkirin.


Rûdaw
Top