Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro dicivin
Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro înê 14/2/2014 serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi hevaltiya şandekê serdana Tirkiyê bike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê li Stenbolê ligel Erdogan bicive.
Derbarê naveroka civînê de, Ergoşî got ku di civînê de dê têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, pirsa enerjiyê û rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî bêne gotûbêjkirin.
Rudaw
