Yekemîn Korbenda Aborîya Kurdistan-Kanada hate sazkirin
Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendîyên derveyê hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasima vekirina evê korbenda aborî de got:´´ em keyfxweşîn bi hatina şanda mêvan a Kanadayî bo Herêma Kurdistanê, bo ku Herêma Kurdistanê pêş bikeve û xwe bizanin çawan li Kurdistanê bazirganîyê bikin û em jî hêsankarîyê bo wan dikin.´´
Herwiha di evê merasimê de Dara celîl Xeyatserokê yekîtîya jûrên bazirganî û pîşesazîyên Kurdistanê ragihand, ku ev korbenda îro dê komek çalakî hebin ku serekîtirînê wan îmzakirina protokoleke bazirganî di navbera Kurdistan û Kanadayê de ye.
