• Friday, 13 February 2026
logo

El-Ekrad operesyona rizgarkirina Ezazê destpê kir

Gulan Media February 14, 2014 Nûçe
El-Ekrad operesyona rizgarkirina Ezazê destpê kir
Nivîsîngeha çapemeniyê ya Eniya El-Ekrad li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan operesyona rizgarkirina bajarê Ezazê yê bakûrê bajarê Helebê dane destpêkirin.

Buroya Çapemeniyê ya Eniya El-Ekrad li ser malpera xwe diyar kir ku hêzên wan operesyona ‘rûmetê’ ya rizgarkirina bajarê Ezazê û gundên bakûrê Helebê ji Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) dane destpêkirin. Di nûçeya li ser malperê hate belavkirin de hate gotin ku di encama operesyonê de gelek Endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Di malperê de hate destnîşankirin ku şervanên El-Ekrad hin gundên herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirine.

Li gorî nûçeyê hêzên ''Eniya El-Ekrad, Tugaya Asîfet El-Şemal û Ehfad El-Murselîn. cihê xwe di opersyona ku îro ji berbangê ve dest pê kiriye de digirin. Hate gotin ku şervanên El-Ekrad û hevkarên wan herêmên di navbera Ezaz, Dêr Cemal, Til Rifeet û Meryemîn wekî herêmên leşkerî îlankirine. Hate gotin ku şer û pevçûn li gundên Kiştiar, Tinibê yên bakûrê Helebê bi dijwar bûne. Hate destnîşankirin ku di van gundan de herî kêm 9 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne û herdu gund bi temamî hatine rizgarkirin.

Malpera Eniya El-Ekrad diyar kir ku hêzên wan benda ketina bajaroka Dêr Cemal piştî şerên dijwar bi çeteyên DAIŞ'ê re rizgarkirine. Şer û pevçûnên di navbera şervanên El-Ekrad /Ehfad El-Murselîn û Tugaya Asîfet El-Şemal bi komên DAIŞ’ê re li herêma Derdora Aşê Fêsel a li bakurê bajarokê Dêr Cemalê ye, gelekî dijiwar e. Hate gotin ku kuştî û birîdarên DAIŞ'ê çêbûne.

Çeteyên DAIŞ'ê ku ev demek e bajaroka Ezazê û herêma Derdora wê xistine dest û zorê li welatiyên herêmê dikin.

Firat News
Top