Hengariya Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê ve dike
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Hengariyayê yê li Bexdayê kir.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Hengariyayê yê li Îraqê Dr. Satmary û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Hengariyayê bi taybetî di warê akademîkî, çandî û zanistî de hate kirin.
Her di vê derbarê de behsa dabîn kirina bursên xwendinên bo Xwendekarên Kurd li Zanîngehên Hengariyayê hate kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa kar û çalakiyên tîma erkolog ya Hengariyayî ya li Kurdistanê de hate kirin û hate gotin ku bo berfiretir kirina çalakiyên erdkologî vê tîmeke din ji Hengariyayê were Kurdistanê û ev tîma han li gelek deverên Kurdistanê de karên erdkologî bike.
Her di vê hevdîtina han de heyeta Hengarî eşkere kir ku bo bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera her du welatan de Hengariya biryar daye daku di demeke nêz de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê de veke.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember ev biryara han diyar kir û bi biryareke girîng wesif kir û got: Hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi peyweniyên xwe yên bi Hengariyayê re dide.
