• Friday, 13 February 2026
logo

“Ala Sûriyê li Til Temirê tê bilindkirin”

Gulan Media February 13, 2014 Nûçe
“Ala Sûriyê li Til Temirê tê bilindkirin”
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku parêzgarê Hesekê fermana bilindkirina ala Sûriyê ya fermî li ser avahiyên hikûmetê li seranserê parêzgehê daye.

Li gorî Rewangehê, parêzagarê Hesekê di nivîseke fermî de ku ji Şaredariya bajarokê Til Temirê re şamdiye, fermana daye wan ku ala fermî ya Sûriyê li ser hemû avahiyên hikûmetê bilind bikin.

Malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê belav kiriye ku piştî wê fermana parêzgarê Hesekê, “ala Sûriyê li ser dibistana el-Welîd el-Rîfiye ya li Til Temirê hat bilindkirin”.

Di 21ê çileya borî de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên xwe yên Ereb û Suryan hikûmeta Kantona Cezîrê ragihandin. Pişt re bi çend rojan hikûmet li kantonên Kobanî Efîrnê jî ava kirin.

Bajarokê Til Temir ku nêzîkî 40 km li bakurê rojavayê Hesekê dikeve, Kurd, Aşûrî û Ereb lê niştecî ne û dikeve nav sînorên kantona Cezîre.

Berpirsên kantona Cezîrê berî çend rojan ragihandibûn ku wê alek taybet bi kantonê bê destnîşankirin û êdî ji bilî wê ala destnîşankirî nabe ti alên din li kantonê bên bilindkirin.

Kantona Cezîrê yak u PYDê û hevalbendên wê ragihandine, bajar û bajarokên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespî, Çilaxa, Rimêlan, Girkêlegê û Dêrikê li xwe digire.

Heta vê gavê jî bajarên Qamişlo û Hesekê bi temamî di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ne. Herwiha hikûmeta Sûriyê mûçeya fermanber û mamostayên li parêzgeha Hesekê dide.

Rudaw
Top