• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Azad: Em pêgirê encamên Cenêv2 nabin

Gulan Media February 13, 2014 Nûçe
Artêşa Azad: Em pêgirê encamên Cenêv2 nabin
Serokê Artêşa Azad a Sûriyê Riyad Eseid ragihand ku ew pêgirê encam û birayrên danûstandinên kongreya Cenêv2 nabin a ku duh gera wê ya duyem navbera şanda rejîm û opozîsyona Sûriyê destpêkir.

Riyad Eseid ji ajansa Anadoly re got “Artêşa Azad û grûpên mezin ên di Sûriyê de şerê rejîma Esed dikin, pêgirê agirbestên şer ên ku di danûstandinên Cenêvê de bên îmzekirin nabin”.

Eseed herwiha got “Ez bi gumanim Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bikaribe bandora xwe li ser biryara grûpên çekdar li ser axa Sûriyê bike . Em li dijî Cenêv2 ne ji ber ku rejîm pêgirê soz û rêkeftinan nabe”.

Serokê Artêşa Azad a Sûriyê axaftina xwe wiha domand: “Civaka navdewletî bi xwe dît bê rejîmê çi li bajarê Humsê kir, dema ku soz dabû agirbestê bike û alîkariyan jî bigihîne xelkên Sivîl. Lê bi tenê 500 kes ji taxên dorpêçkirî yên Humsê derketin”.

Ji aliyek din ve Eseid got “Rejîm kongreya Cenêv2 ji bo xwe bikar tîne û heta niha sûdek ji xwe re jê dîtiye”.

Riyad Eseid efserê bi pila Eqîd di Artêşa Sûriyê de bû û di 29/7/2011 de ligel çend efserên din ên cudabyî, Artêşa Azad a Sûriyê ava kirin.


Rudaw
Top