“DAÎŞê dest danî ser Silêman Beg”
Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Nahiyeya Silêman Beg bi temamî ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê û bi tenê hêzêke hevebş a polîsan li wir maye û li navenda nahiyeyê li hemeber çekdaran radiweste”.
Ehmed herwiha got “Niha li gundê Hefrîn jî şer didome û bi balafiran êrîşî çekdarên DAÎŞê dikin, em wek asayişa Xurmatû tevlî wî şerî nebûne û Artêşa Iraqê li derdora navçeyê xwe amade kiriye, lê heta niha ti hêzeke bejayî ya artêşê ne liviya ye”.
Li hember vê yekê qaymqamê Xurmatû Şelal Ebdul ji Rûdawê re got “Li Silêman Beg şer ne qewimiye, lê li hinek cihên nav nahiyeyê wek taxa Eskerî û Belediyat çekdar çûne ser xaniyan, lê heta niha şer ne qewimiye”.
Ebdul herwiha got “Li nav nahiyeyê jî yek gule nehatiye avêtin û ti pirgisêkeke me li wir nîne”.
Nahiyeya Silêman Beg girêdayî bajarokê Xurmatû ye û yek ji wan navçeyan ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin.
Rudaw
