Yunanê bo xurtkirina peywendîyan daxwaza geştên esmanî di navbera Kurdistan û Yunanê de kir
Di civînekê de Karakulî got ku, eve yekemîn care ew serdana herêma Kurdistanê dike û herêma Kurdistabê bi herêmeke aram û xodan îstîqrar wesif kir. Wê got ku Yunan dixwaze di warên cuda cuda de têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh bike û vekirina xeta esmanî yaa dîrek di navbera Yunan û Kurdistanê de, ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan, bi gavek giring zanî.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Kurd û Yunanî kir û got ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ewe ku, têkeliyên xwe bi cîhana derve re xurt û berfireh bike.
Mistefa got ku, di warê zîraet, tûrîzim û parastina şûnwaran deYunan xwedî şarazayî û tecrûbeyeke zengîn e û herêma Kurdistanê dikare sud ji wan îmkanên Yunanê werbigire û sektora taybet ya Yunanê jî dikare beşdariyê di pirosesa avdabkirina herêma Kurdistanê de bike.
