• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Kanadayî kir

Gulan Media February 13, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Kanadayî kir

Serokwezîrê Kurdistanê bi heyeteke Kanadayî re civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Kanadayî bi Serokatiya wezîra dewlet bo karûbarên derve kir.

Di hevdîtineke de wezîra Kanadayî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û got: Ez gelek kêfxweşim weke yekemîn wezîrê Kanadayî serdana Kurdistanê dikim.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de bahsa xwesteka welatê xwe bo bihêztir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re ên di her warî de kir û got: Kanada gelek dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bi taybetî di warê siyasî, dîplomatîkî, abûrî û bazirganî de bihêztir bike.

Çavkanî herwiha diyar kir ku hikûmeta Kanadayê hana kompaniyên xwe dide daku li Kurdistanê de beşdariya prosesa hêlbirîn û awedan kirinê bikin.

Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û got: Kurdistanê jî dixwaze li gel tevahiya welatên Cîhanê bi taybetî li gel Kanadayê de peywendiyên xwe bihêztir bike.

Lewre hikûmeta kurdistanê amadeye her cure hevkarî û asankariyek pêşkêşî ev kompaniyên Kanadayî bike ku dixwazin werin li Kurdistanê de bixebitin.
Top