• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser van xalan li hev kirin

Gulan Media February 13, 2014 Nûçe
Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser van xalan li hev kirin
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê piştî nêzîkî 2 saetan bi dawî hat.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmamê ragihand ku di civînê serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên amade bû.

Şanda Tevgera Gorran ji Omer Seyid Elî, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed, Ako Hemekerîm û Mistefa Seyid Qadir pêk dihat.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed diyar kir ku di civîna îro de Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser van xalan li hev kirin:

-Bihêzkirina têkiliyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran û ew têkilî têkevin asteke baştir.

-Her du alî hewlesta wan li hember Bexdayê yek be

-Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin û êdî neyê derengtir nemîne.

Derbarê postên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Barzanî û Newşîrwan Mistefa li hev kirin ku Gorran ligel Nêçîrvan Barzanî bicive û hemû postan yekalî bikin.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku piştî civînê şanda Tevgera Gorran ber bi bajarê Silêmaniyê birêket.


Rudaw
Top