• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada kir

Gulan Media February 13, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada kir
Berî nîvroya îro pênçşem 13.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Lynne Yelich Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveyê Kanada û şanda li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî jî xwest ku hevdîtin û peywendiyên di navbera her dû aliyan bibê sedema geşbûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê da derfeteke gelek baş heye ji bo veberhênana kompanyayên Kanada ya li warên cûr bi cûr de û bi taybetî li warê çandinê da. Her wiha li vê hevdîtinê Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada, Serok Barzanî li vekirina Nivîsîngeha Bazirganiya Kanada li Herêma Kurdistanê agahdar kir û ragihand welatê wan bi hukma ezmûna cûr bi cûr li warê perwerde û pîşesazî û tendirustî û her wiha sîstema federalî de, amadeye yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê bide.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan pêşwaziya geşkirina peywendiyan û sûdwergirtina Herêma Kurdistanê li ezmûnên welatê Kanada kir û balkişand li ser wê yekê ku li navbera her dû aliyan da derfeteke gelek baş heye ku pêkve kar li ser bikin û bibê sedemek ji bo bihêzkirina peywendiyan. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî spasiya Hikûmet û gelê Kanada kir ku li rojên teng da hejmareke zêdeyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li welatê xwe da hewandine û warê xwendin û pêgihiştinê ji bo wan rexsandiye.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de pêvajoya penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdana koçberan û nîştecîhkirina wan ya li Herêma Kurdistanê da kir û ragihand ku karekî mezin li vî derbarî de li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û soza wê yekê jî bi Serok Barzanî da ku li rêya xwe ve hewl bidin ku navendên navdewletî û welatên din yarmetiyên zêdetir pêşkêşî Herêma Kurdistanê li hewandin û nîştecîhkirina penaberên Sûriye de bikin.

Top