Demirtaş: Em ê dibistanên xwe vekin
Li gor nûçeya DÎHAyê,Demîrtaş diyar kir ku ew li benda AKPê nasekinin, dê dibistanên xwe vekin û pirtûkên perwerdehiyê bi xwe çap bikin.
Li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku 2 hezar kesan digire hat vekirin.
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlmantera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek kes tevlî merasîma temel avêtinê bûn.
Demîrtaş got “Serokwezîr kampanyaya derewan dimeşîne. Cudahiya me ew e ku em diz nînin”. Demîrtaş da zanîn ku AKPê nikarin 6 mehan jî li Amedê şaredartiyê bikin û wiha got: “Ew bi dizî û rantê karê xwe dimeşînin. Ew nikarin meaşê xebatkarên şaredariyê jî bidin. Lê ti kes nikare di van mijaran de şaredarên me sûcdar bike”.
Hevserokê BDPê anî ziman ku dê bi biryarên herêmî rêveberiyan ava bikin û wiha got: “Em tiştekî ji dewletê hêvî nakin. Em ê dibistanên xwe vekin û pirtûkên xwe çap bikin. Em li benda AKPê nasekinin. Hûn nikarin li gel û partiya me çong bidin vedan. Em dijminê kesekî nîn in û ji bilî Xwedê ji ti kesekî natirsin. Kesek nikare di bin navê rexneyê de heqaretê li nirxên me bike”.
Derbarê rakirina posterên rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Amedê de, Demîrtaş got “Zîhniyeta ku wêneyê Serok Apo diqelêşînin, bila vê yekê bizanibin ku nikarin ji dilê me û dilê gelê bidin avêtin. Ez li vir vekirî dibêjim. Ger hûn li hember aştiyê rêzdar bin, divê hûn li hember mîmarê aştiyê jî rêzdar bibin”.
Rûdaw
