Leyla Zana: Barzanî dê nameyekê ji Ocalan re bişîne
Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder pêr, 10.02.2014, gihştibûn Hewlêrê û doh sêşemê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û nameya Ocalan gihandin destê Mesûd Bsarzanî.
Di konfransekî rojnamevanî yê hevapr de, li baregeha BDPê li Hewlêrê, Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ragihandin ku Mesûd Barzanbî bi nameya Ocalan kêfxweş bû, û dê ew nameyekê ji Barzanî jî bighînin Ocalan.
Zana got jî : “Birêz Barzanî xebatên mezin bo gelê Kurd dike, û ez şahidim li ser xebata wî li Bakûrê Kurdistan.”
Herwiha Zana û Onder ku piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê, berê xwe dan Qendîlê û ligel berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) civiyan, di konfransê rojnamevanî de Onder ragihand ku civîna wan ligel berpirsên KCKê erênî bû û wan nêrîna Ocalan gihandin Qendîlê.
Di beşekê din ji konfransê de Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana got ku : “Meha Sibatê mehek tarî û reşe ji bo gelê Kurd.”
Ji aliyê xwe Onder derbarê girtina Ocalan de got: “Ocalan ji bo demokrasî û aştiya Kurd û Tirkan di zindanê de ye.”
Herwiha îro parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder, li Hewlêr ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî civiyan.
Di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de, Zana û Onder gotin: “Spasî û pêzanînên Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî bo wê rola wî ya erênî di destpêkirina pêvajoya aştiyê û berdewamiya wê de ligel Tirkiyê, û daxwaz ji Barzanî kiriye ku berdewam bin li ser piştgirîkirina pêvajoya aştiyê.”
Herwiha li gor ku di daxuyaniya civîna Zana û Onder ligel Nêçîrvan Barzanî de hatiye, “Ocalan behsa rola Idrîs Barzanî, bavê Nêçîrvan Barzanî, kiriye ku çawa di destpêk û naverasat salên heştêyî de roleke bi bandor di başkirin û yekxistina rêzên hêz û aliyên Kurdistanî de dîtibû.”
Rûdaw
