Kantona Cezîrê dixwaze têkiliyê bi Bexda û Enqereyê re dane
Şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê ji Salih gedo û her du cîgirên wî Emîne Osê û Şemîrna Şamûl pêk tê.
Salih Gedo derbarê hatina wan bo Başûrê Kurdistanê de ji Tora Medyay ya Rûdawê re got “Me têkilî bi Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re kiriye lê wan red kirine ku pêşwaziya me bikin û ji me re gotine divê têkiliyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danin”.
Gedo aşkere kir ku armanca serdana wan bo Başûrê Kurdistanê ewe ku têkilî bi partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re girê bidin û got “Em dê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran re bicivin û emê hewl bidin lgel Partiya Demokrat a Kurdistanê re jî bicivin”.
Wezîrê derve yê kantona Cezîrê herwiha got ku di pilana wan de heye ku serdana Bexda û Enqereyê jî bikin da ku deriyên sînor yên ligel Rojavayê Kurdistanê vekin.
Di dawiya meha borî de PYDê û çend partiyên din rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, ragihandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, tevlî wê rêveberiyê nebûye.
Berî niha berpirsê têkiliyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû ku “ew îtîraf bi kantonên PYDê nakin, ji ber ku bi tek alî hatine avakirin”.
Rudaw
