• Friday, 13 February 2026
logo

Gotûbêjên li ser ‘Herêma Mûsilê’ berdewam in

Gulan Media February 12, 2014 Nûçe
Gotûbêjên li ser ‘Herêma Mûsilê’ berdewam in
Parêzgarê Mûsilê Esîl Nûcêfî ragehand ku derbarê wêya Mûsil bibe herêmeke sebixwe gotûbêj ligel Herêma Kurdistanê kirine.

Îro di beyannameyekê de ku Parêzgarê Mûsilê Esîl Nûcêfî wiha dibêje: ‘’Me di warê siyasî, îdarî û aborî de gelek pêngav avêtine li derveyê parêzgehê ji Mûsil bibe herêmeke serbixwe.’‘

Nûcêfî got: ‘’Ji bo em bikaribin vî karî bikin pêdiviya me bi gotûbêjên zêde û hevahengiyê heye ligel Herêma Kurdistanê, gotûbêjan jî dest pê kiriye, lê hê gelek wext heye heta em digihin encamekê.’‘

Esîl Nûcêfî wiha axifî: ‘’Pêdiviya me bi wê yekê jî heye ku ligel serkirdeyên Şîe yên İraqê gotûbêjê bikin daku em nêta xwe ji wan re bibêjin ku armanca me ne cudabûn e ji İraqê, lê tenê ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê ye.’‘

Hêjayê gotinê ye demeke dirêj e di navbera berpirsên parêzgeha Mûsilê û hikûmeta İraqê de nîqaşek derketiye li ser wêya ku Mûsil bibe herêmeke serbixwe, lê heta niha jî serkirdeyên İraqê bi taybetî jî Şîe, qet razî nebûne ewder bibe herêmeke serbixwe.

Basnews
Top