Kurdek ji ber sirûda Ey Reqîb nerabû ser pêyan
Endamê Polîtbîroya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdilsetar Mecîd derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Dema sirûda Ey Reqîb hat gotin ez li ser pêyan bûm, lê dema sirûd gihişte hevoka ku dibêje (Dîn îman u ayîman, her niştîman) ez rûniştim, ji ber ku ew hevok ne şerhî ye, ew hevok bêrêzî tê de heye li hember xweda û Îsalmê”.
Mecîd herwiha got “Sirûda Îran û Iraqê bi hev re 20 saniye bû, lê sirûda Ey Reqîb dirêj kirin û gihandine wê hevokê ji bo ku me ihrac bikin”.
Ew endamê Polîtbîroya Komela Îslamî axaftina xwe wiha domand: “Pirs ne bi tenê ez im, ew hevok dibêje em dîn û olê navên û bi tenê niştiman divên, em him dîn dixwazin him olê dixwazin him niştiman jî dixwazin, rêz li ola xwe û ola xelkê din û herwiha rêz li niştimanê xwe û niştimanê xelkê din digirin”.
Di bersiva pirsekê de ji ber çi ew rêz li sirûda neteweyî ya wan welatan digirin ku Kurd tê de hene û piraniya wan baweriya wan bi wê sirûdê nîne bi taybet hin hevokên wê, Mecîd got “Ev pirseke din e, hin xelk hene ji destpêkê de li dijî Komara Îslamî ya Îranê ne ji ber ku komareke îslamî ye”.
Ebdilsetar Mecîd herwiha got “Gelek têbîniyên me li ser reftara Komara Îslamî ya Îranê derbarê Kurdan de hene û me ji nêzîk ve ji wan re gotiye ku em dibînin divê Îran projeyeke wê hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd”.
Rudaw
