• Friday, 13 February 2026
logo

Hêmin Hewramî û heyeteke Berîtanî civiyan

Gulan Media February 12, 2014 Nûçe
Hêmin Hewramî û heyeteke Berîtanî civiyan

Berpirsê peywendiyên derve yên PDKê bi cuda ligel du heyetên Berîtanî û NY civiya.

Îro li Hewlêrê berpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi awayekî cuda li gel du heyetên Berîtanî û Netewên yekgirtî civiya.

Di wan her du hevdîtinan de Hewramî behsa siyaset û helwestên partiya demokrata Kurdistanê li dor rûdaw û pêşhatin siyasî yên li deverê çend peyvek pêşkêş kir û siyaset û helwestên PDKê ji heyetên mêwan re rave kir.

Derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha çawetiya çareser kirina kêşeyên han, Hewramî eşkere kir ku em weke PDK û weke hikûmeta Kurdistanê hertim piştgîriya çareser kirina wan kêşeyên han di çarçoweya destûra bingehîn û bi rêya diyalogê kiriye û li ser vê siyaseta berdewam dibin.
Top