Terorîstan li Mûsilê serê 15 serbazên Iraqê jê kirin
Jêderekê ser bi artêşa Iraqê ve ragehand ku du şev berî niha hêzeke çekdarên nenaskirî bi karwaneke20 otomobîlî êrîşî ser tîmeke leşkerîya Iraqê ya li gundê Eyn Ceiş li devera Hemam Elî ya li Başûrê Mûsilê kiriye.
Heman jêderê han eşkere kiriye, ku ev çekdarên han 15 leşkerên Iraqê êxsîr girtine û piştre jî serê tevahiya wan êxsîran bi awayeke hovane jê kirine.
