Şer û pevçûn li Felûce û Romadî berdewam e
Artêşa Îraqê operasiyonên xwe yên li dijî DIŞÎ didomîne.
Di vê derbarê de Parêzgarê Enbarê Ahmed Xelef Dilêmî ragehand ku artêş û polîsên Îraqê bi hevkariya hêzên çekdar yên Eşîran operasiyonên xwe yên li dijî çekdarên DIŞI yên li devera Enbar bi taybetî li Romadî û Felûceyê de didomîne.
Ahmed Xelef herwiha eşkere kir ku artêşa Îraq û çekdarên Eşîran karîne heta niha beşeke mezin ji Parêzgeha Enbarê ji destê çekdarên DIŞI rizgar bikin.
