Encûmena Yasadanînê ya Rojava li alekê digire
Rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha borî de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên li her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, hat ragihandin. Di rêveberiyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) cih nagire.
Li navenda asayişa PYDê li bajarê Qamişlo kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. Di kongreyê de Hekem Xelo, wezîrê navaxwe yê kantona Cezîr Kenaan Berekat û ji rêveberiya asayişa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Berîtan Ferhad axifîn.
Derbarê ala rêveberiya xweseriya demokraîk de, Hekem Xelo got “Divê aleke ji bo vê rêveberiyê hebe, Em weke Encûmena Yasadanînê niha li ser vê yekê dixebitin û kengî al amade bibe û bê ragihandin ti alên din namînin”.
Asayişa PYDê ku berê digot ew biryarê xwe ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) digire, niha helwesta xwe guhert û biryareke nû derxist.
Berîtan Ferhad di kongreya rojnamevaniyê de got “Em dê ji niha û pê de biryara xwe ji rêveberiya xweseriya demokratîk bigirin”.
Rûdaw
