Amed: Polîsan posterên Ocalan rakirin
Serokatiya BDP’ê a bajêrê Amedê li bajêr li hin panoyên reklamê yên banga ji bo meşa 15’ê Sibatê de wêneyên Ocalan bi cî kiribûn. Ev wêne li ser biryara dadgehê ji cihê wan hatin rakirin.
Her weha duh 11/2/2014 li ser biryara dozgerê komarê yê Amedê, polîsan wêneyên Ocalan ên li ser bîlboardan bi kêr û keviyên sîwaneyan ji cihê wan kirin.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatî kirin de hatî diyarkirin ku li ser biryara dadgehê hêzên ewlehiyê afîşên tên gotin anîne xwarê.
Xendan/ANF
