• Friday, 13 February 2026
logo

Amed: Polîsan posterên Ocalan rakirin

Gulan Media February 12, 2014 Nûçe
Amed: Polîsan posterên Ocalan rakirin
Li Amedê, afîşên ku wêneyên rêberê Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan tê de cîh digirin, piştî biryara komkirinê ya dadgehê ji aliyê polîsan ve ji ser bîlboardan, bi kêr û serê sîwaneyan hatin rakirin.

Serokatiya BDP’ê a bajêrê Amedê li bajêr li hin panoyên reklamê yên banga ji bo meşa 15’ê Sibatê de wêneyên Ocalan bi cî kiribûn. Ev wêne li ser biryara dadgehê ji cihê wan hatin rakirin.

Her weha duh 11/2/2014 li ser biryara dozgerê komarê yê Amedê, polîsan wêneyên Ocalan ên li ser bîlboardan bi kêr û keviyên sîwaneyan ji cihê wan kirin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatî kirin de hatî diyarkirin ku li ser biryara dadgehê hêzên ewlehiyê afîşên tên gotin anîne xwarê.

Xendan/ANF
Top