• Friday, 13 February 2026
logo

‘Bexda dixwaze rewşa Kurdistanê aloz bike’

Gulan Media February 11, 2014 Nûçe
‘Bexda dixwaze rewşa Kurdistanê aloz bike’
Parlamentera Kurd Eşwaq Caf da zanîn ku hikûmeta İraqê meaşê hemû parêzgehên din şandiye ji xeynî Herêma Kurdistanê û got: ‘’Bexda dixwaze bi vê rêyê rewşa Kurdistanê aloz bike.’‘

Endama Parlamentoya İraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanê Eşwaq Caf ragehand ku hikûmeta İraqê bi hincetên bê bingeh meaşê parêzgehên Kurdistanê naşîne û wiha axifî: ‘’Hincetên Bexdayê gelekî bê bingeh in, ji ber evna ne dosya petrol û gumriyê ye heta lêkolîn li ser meaşê parêzgehên herêmê bên kirin, lê mebesta wê têkdana rewşa aram a Herêma Kurdistanê ye.’‘

Caf, diyar kir ku neşandina meaşê fermanberên hemû parêzgehên İraqê bê cudahî ji aliyê hikûmeta İraqê ve hîç mantiqek têde nîne û wiha pêde çû: ‘’Ji ber evna mafekî xwezayî yê wan e û çênabe kes bi rewşa aborî ya malbat ê ferdên vî welatê bileyize.’‘

Di daxwiyaniyekê de bo BasNewsê, Eşwaq Caf da zanîn ku neşandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê hinceteke siyasî ye ji dêlva ku yasayî be û got: ‘’Ji ber ku hikûmeta Bexdayê di meseleya dosya ewlekarî û xizmetguzariyê de şikestiye û serkeftî nebûye niha dixwaze vê şikesta bi neşandina meaşê fermanberên herêmê veşêrê û fermanberan ji hikûmeta Kurdistanê nîgeran bike, wate dixwaze rewşa herêmê aloz bike.’‘

Caf axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em îro li benda biryara Encûmena Wezîrên İraqê ne ya derbarê şandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê de, eger biryar negatîf bû wê demê em ê wek parlamenterên Kurd li Bexdayê helwêsta xwe pêşan bidin, ji ber çênabe parlamenterên Kurd meaşê xwe werbigirin û fermanberên Herêma Kurdistanê bê meaş bin.’‘

Basnews
Top