• Friday, 13 February 2026
logo

PDK hikûmeta piranî pêk tîne

Gulan Media February 11, 2014 Nûçe
PDK hikûmeta piranî pêk tîne
Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwaze hikûmeta piranî bike alternatîfa hikûmeta koalîsyon û ji bo vê mebestê jî kabîneya nû ligel du aliyên herî nerm pêk tîne. Serkirdeyekî PDK’ê jî dibêje ku çênabe heta hetayê Herêma Kurdistanê bê hikûmet bimîne.

Heta niha 144 roj di ser ragehandina encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û hê jî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn, herwiha sedema pêkneanîna hikûmetê jî nediyar e.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran çavê xwe berdane postê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, herwiha YNK zextê li PDK’ê dike ku divê levakirina postên hikûmetê li ser bingehê rêkeftina stratejîk be ku di navbera herdu aliyan de heye, lê Tevgera Goran postên girîng wek mafê xwe dibîne.

Li gor wan zanyariyên ku çavkaniyeke agahdar dane BasNewsê, PDK dixwaze fikra hikûmeta koalîsyonê bo hikûmeta piranî biguhere û ji bo vê mebestê jî demeke diyarkirî ji aliyên siyasî yên ku di hilbijartinê biserketine destnîşan dike, herwiha li gor encamên hilbijartinê wezaretan dide aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya PDK’ê Kakemîn Necar ji BasNewsê re got: ‘’Çênabe heta hetayê Herêma Kurdistanê bê hikûmet bimîne.’‘ Li gor Endamê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre jî, hê ne derenge bo pêkanîna hikûmeteke koalîsyon û hêvî jî her heye bo wê hikûmetê û got: ‘’Di her egerekê de YNK beşdarî hikûmetê dibe û evna li ba YNK’ê hatiye yekalîkirin.’‘

Lê Endamê Civata Tevgera Goran Şêx Cengî Saleyî ji BasNewsê re tekez kir ku ew ne kêm û ne zêde heqê xwe dixwazin û eger heqê wan jî neyê dayîn, tevî hikûmetê nabin û wiha axifî: ‘’Di karê mixalefetê de ezmûneke me ya baş heye û emê bibin mixalefet.’‘

Saleyî da zanîn ku di civîna dawî ya ligel PDK’ê de pêdagirî li ser wergirtina postê cîgirê serokwezîr kirine ku wek mafê xwe dibînin û wiha pêde çû: ‘’Di rewşekê de eger mebesta YNK’ê jî her ew post be, emê jî wek senaryoya duyem postê cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Parlamentoyê bixwazin, eger evna jî nedan emê bibin mixalefet.’‘

Basnews
Top