Xwepêaşndan li Hewlêrê bo nerazîbûn li hember pêknehatina kabîneya hikûmetê
Duh hejmarek çalakvanên medenî (sivîl) û hevwelatîyan bo derbirîna nerazîbûna xwe li hember paşkevtina pêkanîna hikûmetê, li Hewlêrê û li berdem baregehê parlemana Kurdistanê xwepêşandan saz kirin.
Di xwepêşandanê de Niyaz Ebdullah çalakvanê civaka sivîl got:´´ maweya 5 heyvane ku hilbijartinên parlemana Kurdistanê hatine encamdan û heta niha hikûmet pêk nehatiye û parlemana Kurdistanê jî bê serok û bê cîgirê maye û ewe jî rewşeke çaqbestî ya tirsnake, çimku ji rûyê qanûnî ve valahîya qanûnî dirust kiriye.
Di xwepêşandnaê de beşek ji parlemanter jî amade bûn û li berdem xwepêşanderan tekezî kirin ku herçende niha guftûgo berdewamin, lê gerek ew kombûn bi ewî şêweyî bêdeng nebûna û hikûmet heta niha pêk bihatiba û nabe parleman bê desthilat bimîne.
Xwepêşanderan jî daxwaz kirin ku wan dadgeha kargêrîya Hewlêrê û dadnûsîya Hewlêr û daxwazkarî giştî agahdar kirine û gerek ew bêdeng nebin, herwiha dane xuyakirin ku ew dê biçin Bexdadê û li dadgeha federalî jî dawaya qanûnî li ser parlemana Kurdistanê tomar bikin, çimku endamên parlemanê helwêsteke ron li ser rewşa niha nîşan nedane.
