Almanya: Destê MÎT`ê di kuştina 3 çalakvanên jin de heye
Kovara Dêr Şipîgel a Almanî belav kiriye ku tişta ku bala desthilatdarên Almanan kişandiye di wê rûdanê de ew belgenameya ku meha borî li ser tora internetê hatibû belav kirinê û têde behsa bêdengkirina çalakvanan dike û mora dazgeha istixbarata Tirkiyê MÎT`ê li ser wê belgeyê hebûye.
Kovarê aşkira kiriye ku li gor zanyariyên ajansa istixbarata Alman, ewên ku navên wan di wê belgeyê de hatine îmzeya ew endamên MÎT`ê ne ku berpirsên dosyeya PKK `ê ne.
Heman kovarê li zarê berpirsekî bilind ê ewlekariya Almanyayê belav kiriye ku fermangehên ser bi dazgeha parastina desturê (istixbarata navxweyî) li Almaniya asta pêwendiyên xwe li gel dazgeha istixbarata Tirkiyê sînordar kiriye ew jî ji ber gomana wê yekê ye ku istixbarata Tirkiyê destê xwe di kuştina ew sê çalakvanên jin ên Kurd e heye.
Xendan
