• Friday, 13 February 2026
logo

Li Yonanistanê 4 Kurd hatin girtin

Gulan Media February 11, 2014 Nûçe
Li Yonanistanê 4 Kurd hatin girtin
Hêzên polîs 4 Kurdên ku çek û teqemenî di nava mala wan de li paytexta Yonistan Asînayê hatine desteserkirin, girtin. Çavkaniyeke polîs roja duşma borî ji AFP re ragihand ku ew 4 Kurd li paytexta Yonanistnê hatine girtin.

Li gor nûçeya AFP, ew 4 Kurd ser bi partiyekê bi navê Partiya Şoreşa Gel bo Azadiyê (DHKP) ve ne, ew partî grûpeke çekdarî ya çep e li Tirkiyê.

Li gor wan zanyariyan, kilaşinkovek, 2 reşaş, 3 demançe, 2 narincok û zêdetirî 6 kîlo dînamîtê curê celatîn ji aliyê hêzên polîs ve di nav mala wan 4 kesan de hatine desteserkirin.

Di meha adarê ya borî de DHKPê berpirsyariya xwe li hember wê êrîşa ku bi hawen û narincokan li dijî avahiya Wezareta Dad a Tirkiyê û avahiya AKPê li Tirkiyê pêk hatibû, girte stûyê xwe.

Heman grûpê berpirsyariya êrîşa xwekujî ya li dijî avahiya Balyozxaneya Amerîka li Enqereyê di 1ê sibata 2013an de jî girte stûyê xwe. Di wê êrîşê de karmendekî asayişa Tirkiyê hat kuştin.

Li gor nûçeyê, girtina wan her 4 Kurdan girêdayî girtina 2 kesên Yonanî û 2 Kurdên din e ku di tîrmeha borî de bi tometa birina çekan bo Tirkiyê hatine girtin.

Rûdaw
Top