• Friday, 13 February 2026
logo

PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirin

Gulan Media February 11, 2014 Nûçe
PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirin
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin. Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Gorran razî bûye ku serokê parlamentoya Kurdistanê werbigire û cîgirê serokwezîr jî ku wek girêkora pêkanîna hikûmetê dihat zanîn, bibe pişka YNKê li hember vê jî wezîrê navxwe ji Gorranê re be.

Li gorî agahiyan, PDKê jî qebûl kiriye ku wezareta navxwe bibe pişka Gorranê bi mercekî ku kesê ku dibe wezîrê navxwe divê hemû aliyek jê razî bibin.

Nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha jî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Di hilbijartinên Kurdistanê de, PDK yekem Gorran duyem û YNK jî di rêza sêyemîn de cî girt.


Rûdaw
Top