• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mamosta Mela Ehmedî Xaneqa

Gulan Media February 10, 2014 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mamosta Mela Ehmedî Xaneqa
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata xwedê jêrazî Mamosta Mela Ehmedî Xaneqa

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Mamosta Mela Ehmedî Xaneqa gelek xemgîn buyîn. Xwedê jê razî kesayetiyekî diyarê olî û civakî ya Kurdistanê bû û yek ji wan kesayetiyê olperweran bû ku li ser zulm û nedadperwerî da çû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe terxan kiribû.

Ji destdana vî mamostayê bilind kelênekî mezine û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê mezin hêvîdarim wî bîxe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.02.2014
Top