• Friday, 13 February 2026
logo

Li Dêrsîmê ji bo hilbijartinan ‘Hevgirtina Hêzan’

Gulan Media February 10, 2014 Nûçe
Li Dêrsîmê ji bo hilbijartinan ‘Hevgirtina Hêzan’
Dêrsîm (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Komînîst a Tirkiyê (TKP)-1920, Partîzan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dêrsîmê din bin navê ‘Hevgirtina Hêzan’ beşdarî hilbijartinên herêmî dibin.

Li ber nivîsîngeha BDPê ya hilbijartinan, li ser sûka binerdê, bi beşdariya derdora hezar kesî BDP, EMEP, ESP, Partîzan, TKP-1920, HDP eşkera kirin ku dê di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de bi ‘Hevgirtina Hêzan’ tevlî bibin.

Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûsta Taşkale, Hevseroka HDPa Dêrsîmê Fatma Kalsen, Seroka Giştî ya ESPê Fîgan Yuksek Dag, Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû axivî.

Axêver, di daxuyaniyên xwe de li ser giringiya ‘yekîtî û hevgirtina hêzên demokratîk’, ‘destkeftên li Rojavayê Kurdistanê’ rawestiyan û di armanca tîrên wan ên rexneyî de jî Cemaata Fethullah Gulen, Partiya Gel a Komarîxwaz CHP û Partiya Dad û Geşedanê AKP hebûn. Dogrû, di vî warî de wiha axivî: “CHP û AKP, rûyê çep û rast ên dewletê ne.”

Li ser navê Hevgirtina Hêzan daxuyaniya hevpar Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû xwend. Dogrû, got ku bi Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê re dê li Dêrsîmê biser bikevin û dê li vî bajarî agirekî nû yê azadiyê pê bixin.

Der heqê girîngiya ‘hevgirtinê’ de Dogrû, Rojavayê Kurdistanê wekî mînak destnîşan kir û wiha axivî: “Pêvajoya şoreşgerane ya Rojava raveyî me dike ku bi yekîtî û bi pêbaweriya hêza xwe dikare gelek tişt pêk bê.”

Dogrû, diyar kir ku dê xwe û bajarê xwe wekî gel dê bi xwe bi rê ve bibin.

Piştî daxuyaniya hevpar a Hevgirtina Hêzan, namzedên hevgirtinê yên navenda bajêr û navçeyên Dêrsîmê bi hev re derketin pêşberî gel. Herçend namzed diyar bin jî danasîna wan, dê di 14ê vê mehê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş ve pêk bê.

BDPê/Hevgirtina Hêzan cara yekem di hilbijartinan de jî bi ‘Hevserokan’ dibin namzedên şaredariyan. Li navend û navçeyên Dêrsîmê namzedên şaredariyan ên heta niha eşkera bûne

Rudaw
Top