Brîtaniya bi vekirina liqa Standard Chartered Bank Hewlêrê piştgîrîya bankdarîya Kurdistanê dike
Roja çarşembîya hefteya bihorî sefîrê Brîtaniya û şandeyeke pê re serdana Herêma Kurdistanê kir û ji alîyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hate pêşwazîkirin.
Di dîdarekê de her du alîyan basa xalên hevbeş, peywendîyên du alî, derfetên hevakrî û hemahengîyê, rewşa Kurdistan, rewşa siyasî û ewlehîya Iraqê, xalên nakok û pirsên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdadê û rewşa Surîyê kirin. Herwiha her du alî di civînê de basa terorsîmê û çawanîya rûbirûbûn bi terorê re jî kirin û serokwezîrê Kurdistanî di bareya siyaseta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna terorê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona berhingarbûna terorê, piştgiriyê li Îraqê dike, lê di heman demê de jî divê hikûmeta Iraqê daxwazên adil yên xelkê wîlayeta Enbarê bi cî bike.
Pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê; pirsa budce, neftê, pêşmerge û madeya 140ê û danûstandinê navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina wan pirsan, di civînê de hatin gotûbêj kirin. Di vê çarçoveyê de serokawezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi wî yekê re ku, hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevtêgihioştinê û li gor destûra bingehîn a Iraqê bêne çareser kirin.
Sefîrê Brîtaniyayê yê Iraqê tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtaniyayê, bi tyabetî têkeliyên di warê aborî de, kir û got ku, ji bona lîkarîkirina herêma Kurdistanê di warê bankayê de, di van nêzîkande, ango roja 3ê adara îsal, liqa bankaya Standard Chartered Bank a brîtaniyayî li Hewlêrê tê vekirin.
