• Friday, 13 February 2026
logo

Sefîrê Brîtaniya yê li Iraqê pesna siyaset û serkevtinên Herêma Kurdistanê dide

Gulan Media February 10, 2014 Nûçe
Sefîrê Brîtaniya yê li Iraqê pesna siyaset û serkevtinên Herêma Kurdistanê dide
Piştî ku serdana wî ya bo herêma Kurdistanê bi dawî hat û digel serokwezîrê Kurdistanê û çend berpirsên balaya herêma Kurdistanê hevdîtin pêkanîn, roja pêncşemiyê li bajarê Hewlêrê, Saymon Kolîz sefîrê Brîtaniyyaê yê li Iraq di preskonfrensekê de behsa encamên serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û pêşkevtinên li herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî de bilind nirxandin.


Li gor malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê, di evê preskonfransê de sefîrê Brîtaniyayê got: ´´Me serdana bajarê Hewlêr, Silêmanî, Helebce û pêşxabûr kir û li Hewlêrê em digel serokê hikûmeta Kurdistanê, wezîrê naxwe, wezîrê samanên xwezayî, waliyê Hewlêrê û waliyê Silêmanî civiyan. Mijara serke di wan civînan de pêşxistina têkeliyên navbera
Brîtaniya û herêma Kurdistanê û pêşxistina wan têkeliyan di warê xizmetgozariyên asîmanî, perwerde û xwendina bala bûnê.
Me biryar daye ku, di heftiya bê de Standard Chartered Bank liqa xwe li Hewlêrê veke. Parsal di meha çiriya paşîn de Standard Chartered Bank liqa xwe li Bexdayê vekiribû û nuha madekarî tên kirin ku, li Hewlêrê jî bê vekirin.´´

Sefîrê brîtaniyayê yê li Iraq got ku herêma Kurdistanê hijmareke zêde ya penaberên surî hewandine û li gor îmkanên xwe hemû pêdawîstî jê re amade kirine ”ev yek jî cîyê sipasiyê ye û ji aliyê civaka navdewletî ve bilind tê nirxandin.” wî got jî ku, ji bilî penaberên surî, hikûmeta herêma Kurdistanê hijmareke ber bi çav a penaberên bajarên Enbar û Feluce jî ku ji ber şerê navber hikûmeta Iraq û grûpên çekdar ber bi herêma Kurdistanê reviyane, hewaninde.

Saymon Kolîz sefîrê Brîtaniyyaê yê li Iraqê got ku, hijmareke ber bi çav a kompnî, şirket û hevwelatiyên brîtaniyayî bi çalakî li herêma Kurdistanê kar dikin.

Top