• Friday, 13 February 2026
logo

Guftûgokirina jenosîda gelê Kurd û vekirina nûneratîya Yekîtîya Ewropa di Parlemana Ewropayê de

Gulan Media February 10, 2014 Nûçe
Guftûgokirina jenosîda gelê Kurd û vekirina nûneratîya Yekîtîya Ewropa di Parlemana Ewropayê de
Berî du heftiyan Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li parlemana Ewropayê li Bruksilê, li ser vexwandina fermîya parlemana Ewropayê, gotarek pêşkeş kir û serok Barzanî di gotara xwe de daxwaz ji parlemana Ewrpayê kir ku, bi fermî tawan û karesatên bi serê gelê Kurdistanê de hatine bijênosîda nas bikin, û daxwaza duyem jî, ew bû ku, Yekêtiya Ewropayê nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.

Parlamana Ewropayê, roja çarşemiya derbas buyî, di çaçroveya pirsên Rojhilata Navîn de ew her du daxwazên serok Barzanî jî di civîna xwe de gotûbêj kirin.

Di evê çaçroveyê de parlamenter Strawin Stafanson di axaftina xwe de behsa daxazên serok Barzanî kir û rola Barzanî di parastina herêmî de bilind nirxand û got ku, berê gelek tawan û karesat bi serê gelê kurd da hetina û ew tawan divê weke jênosîda bên nas kirin. Tevî wan tawananên bi serê gelê Kurdistanê hatine, nuha herêma Kurdistanê bi sed hezaran penaberên surî û masîhîyên ji deberên din yên Îraqê ji tirsa terorîstan reviyane, hewandine.

Parlamenterê parlemana Ewropayê daxwaz ji Katirîn Aşton berpisa bala siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê kir, weke piştevaniyek bo wê rola herêma Kurdistanî lîêstî, Yekêtiya Ewropa nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.
Top