• Friday, 13 February 2026
logo

Gefa kuştinê li stranbêja Kurd tê kirin

Gulan Media February 10, 2014 Nûçe
Gefa kuştinê li stranbêja Kurd tê kirin
Bi sedema derketina sêkoşeya ku di kilîpa wê ya nû hatiye diyar kirin, gefa kuştinê li stranbêja Kurd Hêlî Lûv tê kirin.

Di kilîpa Hêlî Lûv a bi navê (Risk It All) de sêkoşeyek derdikeve , eve jî dibe sedema nîqaşekî zor li ser torên civakî ya Facebookê û êrişekî zor kirine ser stranbêja jin û wê bi wê yekê tawanbar dikin ku baweriya wê bi masoniyetê heye.

Van demên dawî li ser tora civakî Facebookê êrişekî zor kirine ser keça stranbêj a Kurd Hêlî Lûv ku navê wê ya rastîn “Hêlan Ebdula ” ye û wê bi belavkirina gendelî li Herêma Kurdistanê tometbar dikin, hindek jî kuştina navbirî helal kirin bi egera ku wê keltora civakê têk daye.

Di destpêka strana xwe de ku li bajarê Hewlêrê dîmenên wê kilîpê hatine girtin Hêlî Lûv bi cilên reş derketiye û wekî ku ew bi xwe gotiye: Ew dîmena wê amajeyeke bo ew nîşandana ew karesatên bi ser gelê Kurde hatine û bi cilên zer dawî li kilîpa xwe aniye û ew jî amajeyeke bo raperîna gelê Kurd û destpêkirina rojekî nû ye.

Her weha di kilîpa wê de sêkoşeyek bi dîwar ve daliqandî derdikeve û bi dîtina piraniya bîneran ew sêkoşeye bawerî bi druşmên masoniyetê ye.

Hêlî Lûv jî dibêje: Ji ber ew gefên ku bi rêya Facebookê û telefonê lê hatine kirin ji niha ve tirs li ser jiyana wê heye û ew nikare ji malê biçe derve û piraniya dema xwe li malê li bajarê Hewlêrê dimîne.

Hêlana temen 25 salî ku di temena xwe a 9 mehî de sala 1988`an di serdema enfalê de malabata wê bajarê Duhokê bi cî hêştine û berê xwe dane Êranê û piştre jî ji wir çûne Finlendayê û di temena 18 saliya xwe de berê xwe daye Emerîkayê bo pêşvebirina şiyana xwe di warê hunerî û stranbêjiyê de.

Hêlan ecêbmayîya xwe nîşan daye li ser meseleya wê duşmê û gotiye: Dema ji min re gotin ew druşim ê masoniyetê ye cara yekem bû ez pê dibîhîsim û ez tiştekî di warê masoniyetê de nizanim.

Hêlan dibêje: Min ew druşim diyar kiriye ji ber ku belgeya mêbûnê ye, min hilbijartiye daku bibe druşma min a hunerî weku piraniya hunermendên cîhanî ku her yek druşmekî taybet bo xwe diyarî dike û tu armancên min bo ti îdyolojiyeke diyarkirî nîne.

Her weha piraniya çalakvnan li tora civakî ya Facebookê nivîsîne ku Hêlî Lûv nûnertiya gelê Kurd nake û ne hêjaye ku nûnertiya wan bike, çûnkî ew xwerûtkirina gendeliyê li civaka Kurdî belav dike û berve masoniyeta cîhanî ve dibe.

Li gorî Wikipedia, Masoniyet rêxistinekî cîhaniye û endamên wê bîr û buçûnên wan yên taybet sebaret bi gerdun û jiyan û baweriya bi Xwedê heye. Her weha hindek jî masoniyetê bi wê yekê tometbar dikin ku li dijî olan e û buçûnên wan ilmanî ne.

Xendan

http://www.youtube.com/watch?v=33Zd1c4QDIs
Top