• Friday, 13 February 2026
logo

YPGê û asayişa PYDê deriyê tevlîbûnê ji ciwanên Rojava re vedikin

Gulan Media February 9, 2014 Nûçe
YPGê û asayişa PYDê deriyê tevlîbûnê ji ciwanên Rojava re vedikin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye ragihand ku derî li ber ciwanên Rojavayê Kurdistanê vekiriye ji ku tevlî rêzên wê bibin.

Wezîrê Bergiriyê yê kantona Cezîrê Ebdilkerîm Sarûxan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Derî li ber ciwanên Rojavayê Kurdistanê li kantona Ceîzre vekiriye ji bo ku tevlî hêzên asayiş û YPGê bibin”.

Asayiş û YPGê ku her du girêdayî PYDê ne, berî ku xweseriya demokratîk di dawiya meha borî de li Rojavayê Kurdistanê vê bê ragihandin, hertim xwe bi ser Desteya Bilind a Kurd ve dihesibandin, lê belê piştî avakirina xweseriyê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve, asayiş û YPDê bi awayekî fermî ragihand ku ew dê ji niha û pê de bi fermanên hikûmetên kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê de kar bikin.

Ebdilkerîm Sarûxan diyar kir ku hin merc ji bo tevlîbûna ciwanan di nav rêzên YPGê û asayişê de hene wek divê temenê wan ne di bin 18 salan re be û herwiha divê xelkê navçeyên di bin desthilata kantonê de be.

Tevî ku hêzên rejîma Sûriyê di naverasta sala 2012an de ji piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiya ne, lê heta niha bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê û herwiha bajarê Hesekê ku navenda parêzgeha Hesekê ye di bin kontrola hêzên rejîmê de ne.

Li navçeyên ku PYDê kontrol dike, heta niha hemû xizmetguzarî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve têne pêşkêşkirin û herwiha hemû fermanber û mamosta jî hîn mûçeya xwe ya mehane ji hikûmeta Sûriyê werdigirin.

Bi gotina Wezîrê Bergiriyê yê kantona Cezîre, “tevlîbûna di nav asayiş û YPGê de xwebexşe û ne kotek e û ti dem û salên diyarkirî ji xizmeta wî kesê xwebexş re nîne, heta ew bi xwe bêje êdî ez hew dikare xizmetê bike.

Ev cara yekê ye ku YPGê û asayişa PYDê bi awayekî fermî banga li ciwanan dike ku tevlî rêzên wê bibin û li gor axaftina Saroxan, deriyê tevlîbûnê li ber her kesî vekiriye û ne taybet e bi partî yan pêkhate û oleke diyarkirî.

Asayiş û ewlekariya Rojavayê Kurdistanê yek ji wan xalên sereke bû ku bû sedema hilweşandina Desteya Bilind a Kurdî ku di tîrmeha sala 2012an de navbera PYDê û ENKSê hat avakirin.

PYDê dibêje ku hêzên YPGê û asayişê ji berê de hene û ew hêz ne girêdayî ti partiyekê ne û yê bixwaze dikare tevlî wan bibe, lê ENKSê dibêljeYPGê û asayiş bi biryara PYDê tev digerin û ew ti carî ew hêz bi vî awayî nabin hêzên rewa yên Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top