• Friday, 13 February 2026
logo

3000 pêşmerge bo Qerac û Kendênaw hatin şandin

Gulan Media February 9, 2014 Nûçe
3000 pêşmerge bo Qerac û Kendênaw hatin şandin
Ji Herêma Kurdistanê 3000 pêşmergeyên din bo navçe û gundên derdora Qerac û Kendênaw hatin şandin, daku hevwelatiyên wan navçeyan ji êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) biparêzin.

Muqedem Ferhad Elî, ku ligel wê hêza 3000 kesî bo gundên Qerac û Kendênaw hatiye şandin, ji BasNewsê re got: ‘’Piştî ku çekdarên DAÎŞ’ê êrîşî çend gundan kirin û du polîs kuştin, em wek Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina can û malê hevwelatiyan bo vê navçeyê hatin şandin.’‘

Muqedem Ferhad Elî da zanîn ku dema gehiştine navçeyê ji aliyê hevwelatiyên wan gundan ve gelekî bi germî hatine pêşwazîkirin û wiha axfî: ‘’Ji ber baş dizanin dema ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê gehişte wir dê jiyan û malê wan jî parastî bin.’‘

Hêjayê gotinê ye ew navçe dikevin derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û ji aliyê hêzên navxwe yên İraqê û pêşmergeyan ve tên parastin, lê ji ber zêdebûna kiryarên terorîstî û şîdetê niha zêdetir di jêr kontrola Hêza Pêşmergeyan de ye neku hêzên İraqê û baweriya xelkê jî zêdetir bi pêşmergeyan heye.

Basnews
Top