Li Xormatûyê 6 polîs hatin kuştin
Çekdarên DIŞI li Xormatûyê 6 polîs kuştin.
Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Xormatûyê ragehand ku duhê bişev çekdarên DIŞÎê êrîş kirine ser navendeke polîsan ya li gundê Selam a li Rojawayê Kerkûkê de û 6 polîs kuştine.
Çavkaniya han eşkere kir ku Çekdarên DIŞÎ di destpêkê de êrîşa navenda polîsan kiriye û 6 polîs binçav kirine, pişt re her li berdem navenda han ev 6 polîs gole baran kirine.
Ji aliyeke din ve Qaêmqamê Xormatûyê Şelal Ebdulah ev nûçeya han pişt reast kir û got: Ev 6 polîsên han xelkê Xormatûyê ne.
