YE: Rola Serok Barzanî gelek girîng e
Yekîtiya Ewrûpayê rola Serok Barzanî bo hevkarî kirina Penaberan bi girîng wesif dike.
Endamekî komîteya karûbarên derve ya YEê raghenad ku Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî çê ji destê vî hatiye bo hevkarî kirina penaberên Sûriya û Îraqê kiriye û di vê warî de xwedan roeleke gelek girîng e.
Straw Stphen di gotarekî de ku li berdem Parlementoya Ewrûpayê de pêşkêş kir ragehand ku çendîn kempên Penaberan li Kurdistanê de hatine çêkirin ku zêdetir ji 200 hezar Penaber di nava wan de hatine bicîhkirin.
Stphen di beşeke din ya gotara xwe de anî ziman ku ev Penaberên han di warê olî de pêk hatine ji welatiyên Mesîhî, Tirkman, Şebek û çendîn pêkhateyên din yên olî û tevahiya wan jî bêyî tu cudatî li Kurdistanê de hatine bicîhkirin.
Stphen got: Ev Penaberên han niha li Kurdistanê de di nava aramî û asayîşê de dijîn û ev yek jî pêngaveke gelek mezin e bo gelê Kurd û Serok Barzanî.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa ev tirajedî û karesatan dike ku ji aliyê rejîma Besê ve li ser gelê Kurd hatine meşandin û got: Di encama prosesa enfal û kîmiyabaranê de yaku ji aliyê rejîma Besê ve hatine meşandin zêdetir ji 180 hezar welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane, lêbelê îro Kurd bêyî ku ev tirajediyên han bibîr bînin û bêyî ti cudatî hembêza xwe bo Penaberên beşên din yên Îraq û Sûriyayê vekirine û bi her awayî hevkariya wan kiriye.
