Cerba naxwaze Salih Mislim tevlî şanda opozîsyonê bibe
Rûsya ku piştgiriya rejîma Beşar Esed dike, dibêje divê şanda opozîsyonê ya bi serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, endamên aliyên din ên opozîsyonê bi taybet opozîsyona hundir jî tê de cî bigirin.
Opozîsyona hundir a ku Rûsya û herwiha Îran û rejîma Sûriyê jî wek opozîsyona niştimanî bi nav dikin, aliyên wek Desteya Hemahengiya Niştimanî ya bi serokatya Hesen Ebdilezîm û Pêla Avakirina Dewletê ku Luay Hisên serkêşiya wê dike li xwe digire.
Ew her du aliyên opozîsyonê karên xwe bi awayekî aşkere li paytexta Sûriyê Şamê dikin û ofîsên wan li wir hene û hevpeymaniya opozîsyonê û hinek aliyên din ên wek Encûmena Niştimanî ya Sûriyê dibêjin opozîsyona hundir nêzîkî rejîma Sûriyê ye.
Di nava desteya hemahengiyê de 2 partiyên Kurd hene ku ew jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê bi serokatiya Cemal Şêx Baqî ku berê endama Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bû û pişt re xwe jê vekişand.
Li gor daxuyaniyên berpirsên desteya hemahengiyê, eger 2 nûnerên wan tevlî şanda opozîsyonê li Cenêvê bibin dê yek ji wan Kurd be.
Berpirsê ofîsa ragihandina desteya hemahengiyê Munzir Xedam ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez kir ku Hevserokê PYDê Salih Mislim û berpirsê desteyê li derve Heysem Menaa 2 danûstandinkarên mezin ên desteya hemahengiyê ne li derve û eger nûnerên desteyê tevlî şanda opozîsyonê bibin dê Mislim û Menaa jî di nav de bin.
Lê belê, serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed Asî el-Cerba di hevdîtina xwe ya duh ligel serokê desteya hemahengiyê Hesen Ebdilezîm li Qahîreyê tekez kiriye ku Salih Mislim û Heysem Menaa wek endamên şanda opozîsyonê qebûl nakin.
Berpirsekî desteya hemahengiyê bi navê Macid Hibo derbarê vê yekê de ji rojnameya el-Şerq el-Ewset re ragihand ku el-Cerba mercên pêşwext ji bo endamên desteya hemahengiyê yên ku tevlî şanda opozîsyonê danîne û bi taybet li dijî wê yekê ku Cîgirê serokê desteya hemahengiyê Salih Mislim tevlî şanda opozîsyonê bibe.
Berî niha el-Cerba di daxuyaniyekê de gotibû ku eger Salih Mislim û PYDê dixwazin tevlî kongreya Cenêv2 bibin dikarin di nava şanda rejîmê de cih bigirin, ji ber ku bi nêrîna hevpeymaniya opozîsyonê “PYDê beşek ji rejîma Beşar Esed e û piştgiriya wê dike”.
Rudaw
