• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda Kurd li Cenêvê nehatiye guhertin

Gulan Media February 9, 2014 Nûçe
Şanda Kurd li Cenêvê nehatiye guhertin
Bi nêzîkbûna dema gera duyem a danûstndinên Cenêvê ku biryar e sibê 10/2/2014 bi beşdariya her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê û bi serpereştiya Şandeyê Navneteweyî û Erebî Exzer Îbrahîmî destpêbike, hem amadekarî û hem jî şerê devokî di navbera rejîm û opozîsyonê de berdewam in.

Di dema serdana xwe ya Misrê de û piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Misrê Nebîl Fehmî, Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba got “Rejîma Sûriyê derwîn e û şanda wê ne cihê bawerî û rastgoyiyê ye”. El-Cerba di daxuyaniyeke ne çaverêkirî de got “Bila Cîgirê Serokê Sûriyê Farûq el-Şeraa serokatiya şanda rejîmê bike, ji ber ew cihê baweriya opozisyonê ye”.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê û endamê şanda danûstandinan a rejîmê li Cenêvê Omran el-Zuhbî got “Şanda opozîsyonê li Cenêvê nûnertiya hevpeymaniya opozîsyonê bi xwe jî nake, lê tevî wiha em berê xwe didin Cenêvê da ku kar bikin ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ku encamên rasteqîn û cihê razîbûna hemû aliyan bi dest bixin”.

Li aliyê din hevpeymaniya opozîsyonê hewl dide şanda opozîsyona li Cenêvê berferhtir bike, bi awayekî ku aliyên din ên opozîsyonê di nav de cî bigirin.

Bi vê armancê, berpirsê giştî yê Desteya Hemahengiya Niştimanî Hesen Ebdilezîm û serokê Hevpeymniyê Opozîsyonê Ehmed el-Cerba duh li Qahîreyê civiyan.

Derbarê civînê de endamê komîteya cîbicîkar û serokê ofîsa ragihandina Desteya Hemahengiyê Munzir Xedam ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku her du aliyan li ser belgeyeke siyasî û dubare diyarkirina endamên şanda opzîsyonê li hev kirine. Lê Xedam guman bire ser pabendiya hevpeymaniyê opozîsyonê bi vê lihevkirinê û got “Hevpeymanî red dike ku her yek ji hevserokê PYDê Salih Mislim û serkirdeyê Hemahengiyê li Derve Heysem Menaa tevlî şanda opozisyonê bibin”.

Li ser asta beşdarbûna aliyê Kurd di danûstandinên Cenêvê de piştî dawîhatina gera yekem, endamê Kurd ê di nava şanda opozîsyonê de Îbrahîm Biro ji Rûdawê re aşkere kir ku dema şanda opozîsyonê nêrîna xwe ya siyasî pêşkêşî serpereştyarên danûstandinan Exzer Îbrahîmî kiribû, nêrîn û helwesta nûnerên Kurd li ber çavan nehatibû girtin, lewra, ew neçar bû ku li pêş her du şandan nerazîbûna xwe ji Îbrahîmî re rabigihîne û tekez bike ku ew nêrîn nûnertiya şanda Kurd nake.

Derbarê amadekariyên şanda Kurd ji bo xola duyem de, endamê şandeya Kamîran Hac Ebdo ji Rûdawê re tekez kir ku ti guhertin di şanda Kurd de rû nedaye û aşkere kir ku şanda wan dê nêrîna siyasî ya taybet bi Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser maseya danûstandinan pêşkêş bike.

Rudaw
Top