• Friday, 13 February 2026
logo

Wezareta Ewqaf: Haciyên Kurdistanê li Siûdiyê silametin

Gulan Media February 9, 2014 Nûçe
Wezareta Ewqaf: Haciyên Kurdistanê li Siûdiyê silametin
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê ragihand ku hemû haciyên Herêma Kurdistanêyên li Erebistana Siûdiyê silametin û ti ziyan negihîştiye wan.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşebendî ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, “Em malbatên haciyên Herêma Kurdistanê piştrsat dikin ku şewata ku li yek ji hotêlên bajarê Medîne li Erebistana Siûdiyê çêbûyî, ti ziyanek negihîşt haciyên Kurdistanê.”

Merîwan Neqşebednî herwiha got: “Hemû haciyên Herêma Kurdistajnê li Siûdiyê silametin û bi awayekî asayî mijûlê îbadeta xwe ne.”

Berî çend demjimêrekê agir girte hotêla “Işraq el-Medîne” li bajarê Medîne li Siûdiyê û di encamê de 15 haciyan jiyana xwe ji dest dan û 90ê din jî birîndar ketin.

Rûdaw
Top