PKK: Vîdeoya belav bûye hatiye montajkirin
Di vê derbarê de Berdevkê Peywendiyên KCK’ê Zagros Hîwa ji BasNewsê re axifî û got: ‘‘Vîdeoya belav bûyî vedigere sala 1999’an û dema ku Ocalan bi komploya navnetewî hat revandin û radestî Tirkiyê hat kirin, belav bûna vîdeoyê di meha Sibatê de, heman meh e ku pîlangêriya navnetewî li dijî Ocala hat birêve birin, lewra vê rastiyê derdixe ku hê jî plangêriya li dijî rêzdar Ocalan berdewam e.’‘
Zagros Hîwa wiha axifî: ‘‘Hêz û aliyên ku naxwazin pirsa Kurd çareser bibe, Abdullah Ocalan kirine amanca êrişên xwe, wan dest bi hinek hewldanên reş kirina rêzdar Ocalan kirine û dixwazin bi wî awayî ji gelê Kurd, hêzên demokrat ên Tirkiyê û Rojhilata Navîn re bêjin ku Ocalan teslîm bûye.’’
Hîwa wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘PKK’ê dema şer dikir neyarên gelê Kurd digotin; çima şer dikin, şer zirarê dighîne gelên Tirkiyê, dema PKK destê aştiyê dirêj dike, dibêjin hûn çima gelên Tirkiyê difroşin, ji ber çi şer nakin.’‘
Derbarê dîmenên vîdeoyî yê Ocalan de jî Hîwa got: ‘‘Ew dîmen bi awayekî hatine montaj kirin ku şiroveyên cuda li ser bên kirin. Peywendiya vê meseleyê raste rast bi proseya aştiyê ve heye ku Ocalan daye destpê kirin, gehiştiye asteke girîng û piştîvaniya raya giştî ya gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û gelên Tirkiyê bi dest xistiye.’‘
Hîwa da zanîn ku ew hewldan ji bo têkdana pevajoya çareserya pirsa Kurd in, ji navendekê tên birêvebirin û hevahengî bo tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Çepên ku hatine dûr xistin li şûna ku vîdeoyên montaj kirî yên wiha belav û propagandeyê li dijî Ocalan û PKK bikin, divê hinekî bi xwe de biçin û xwe ji rewşa xiyanet û kirêgirtiyê dûr bixin. Herwiha kesayetî û navendên ku di ware yasayî de nûnertiya Ocalan dikin, hewlên yasayî bo bersiv dayînê dane dest pê kirin.’‘
BasNews
