Destpêşxeriyek ji bo çareserkirina krîza Enbarê
Li gor destpêşxeriya ku ji 13 bendan pêk tê, divê hêzên Artêşa Iraqê ji nav bajar û bajarokên parêzgeha Enbarê vekişin û vegerin cihên xwe li derveyî bajaran û herwiha çekdar jî çekên xwe bavêjin.
Di destpêşxeriyê de wiha hatiye gotin “Divê kesên ziyan gihiştiye wan û koçber jî bêne qerebûkirin, pêwîste tiştê ku di encama operasyonên leşkerî yên artêşê de hatiye têkdan car din bê avakirin, fermandariya leşkerî divê di destê hêzên operasyonên Enbarê de be û nabe fermandariya operasyonên Cezîre û Badiye tevlî fermandariya Enbarê bibin û pêwîste xwestekên xwepêşanderan car din bêne şopandin”.
Ev destpêşxerî di demekê de ye ku berî niha çend destpêşxeriyên din ji bo çareserkirina krîza parêzgeha Enbarê ku ev nêzîkî 400 rojan didome hatibûn pêşkêşkirin.
Derbarê vê destpêşxeriyê de berdevkê Hevpeymaniya Mutehîdûn Zafir el-Anî diyar kir ku beşdariya aliyekî hikûmî wek Wezareta Bergiriyê di wê destpêşxeriyê de guhertineke baş e.
El-Anî herwiha got “Dibe ku hikûmeta Malikî vê destpêşxeriyê qebûl bike, ji ber ku ew nikare serkieftineke leşkerî bi dest bixe”.
Rudaw
