• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka: Yek ji armanca DAÎŞ’ê Herêma Kurdistanê ye

Gulan Media February 8, 2014 Nûçe
Amerîka: Yek ji armanca DAÎŞ’ê Herêma Kurdistanê ye
Hêzên ewlekariya Kerkûkê ragehandin ku hejmareke zêde ya endamên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) li parêzgeha Kerkûkê ne û bajar bûye molgeha çekdarên radîkal ên DAÎŞ’ê.

Li gor agahiyên hatine bidest xistin, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî ferman daye hêzên ewlekariyê yên parêzgeha Kerkûkê ku di amadebaşiyê de bin ji bo her îhtîmalekê bo rûbirûbûna ligel çekdarên DAÎŞ’ê.

Hat zanîn ku şeva borî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê nehya Qere Tepe 3 endamên DAÎŞ’ê girtine. Derbarê hebûna DAÎŞ’ê li bajarê Kerkûkê Komîser Serhad Qadir ji BasNewsê re got: ‘’Derheqa hebûna DAÎŞ’ê li Kerkûkê tu zanyariyên me nînin, lê li çi cihekî wan bibînin em ê rûbirûyê wan bibin.’‘

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraqê Brent Mccormack doh li Kongresa Amerîkayê ragehand ku yek ji armanca serekî ya Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê Herêma Kurdistanê ye.

Hêjayê gotinê ye hefteya borî Firqeya 12 ya Artêşa İraqê eşkere kir ku du endamên DAÎŞ’ê girtine û dest jî danî ser cephaneyeke çekan a wê rêxistinê. Herwiha berî niha jî hatibû ragehandin ku Emîrê navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê yê DAÎŞ’ê Musena Esafî hatiye girtin.

Basnews
Top