Li Qamişlo teqîn: Welatiyekî canê xwe ji dest da
Li gorî malpera ANHA’yê, îro (08.02.2014) saet 08.15, bi dema Qamişloyê li ser rêya giştî ya taxa Kornîş bombeyek teqiya û di encam de hevwelatiyê bi navê Mehemed Emîn Yusuf ê 46 salî canê xwe ji dest da.
Her wiha li derdora cihê teqînê ziyanên madî çêbûn. Cenazeyê Mehemed Emîn Yusuf, ku ji taxa Mehetê ya Qamişlo ye, ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Li gor ku di medyayê de hatiye belavkirin, teqîn li nêzîkê mala endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ebdilkerîm Omer li çerrêya Mesarif a taxa Kornîş çêbûye.
Basnews
